Fotograf: Murat Kaynak - Ankara/AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî piştî 27em Civîna Nirxandin û Şêwrê ya Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya li Kizilcahamamê, li ber avahiya Şaredariya Kizilcahamamê axivî ye.
Erdoganî behsa xebatên di dema civînê de kiriye û behsa hilbijartinên herêmî kiriye ku wê Adara 2019ê çêbibe.
Erdoganî diyar kiriye ku heke kesên di hilbijartinên herêmî de xwe “tevlî terorê” bikin ew ê yekser qayûman tayîn bikin:
“Ez vê jî aşkere dibêjim: Hilbijartina Adarê nêzîk dibe. Di van hilbijartinan de jî kesên xwe tevlî terorê dikin, heke bên hilbijartin, em li bendê nasekinin. Çi hewce dike em ê demildest bikin û qayûman tayîn bikin û li rêya xwe berdewam bikin. Rawestan nîne”.
Siyasetmedaran bertek nîşan dane
Parlamenterên HDPyê Serpîl Kemalbay û Dîlan Dîrayet Taşdemîr û yê CHPyê Sezgîn Tanrikûlûyî bertek nîşanî gotinên Erdoganî dane.
Kemalbay: Ya ku ne rewa ye sîstema we ya yek zilamiyê ye
“Gelê me di 7ê Hezîranê de, 1ê Çiriya Paşiyê, 24ê Hezîranê de herî kêm sê caran ev tez ango hewesa we pûç kiriye…Biborînin lê ya ku ne rewa ye sîstema we ya yek zilamiye ye, pergala we ya qeyûman a ku dest datîne ser vîna gelî.”
Taşdemîr: Piştî ku derewa gel piştgiriyê nade HDPyê qebûl nekir…
“Piştî ku derewa gel piştgiriyê nade HDPyê qebûl nekir, vê carê jî bi gefan, bi şantajan dixwazin têk bibin. Ev li xwe mikurhatina AKPyê ya têkçûnê ye.”
Tanrikûlû: Ragihandina tunebûna mafê hilbijartinê yê serbest e
“Bi vê daxuyaniyê re, beriya hilbijartinan bi şeş mehan ragihandiye ku li Tirkiyeyê mafê hilbijartinê yê serbest nîne. Krîterên namzetiyê yên di hilbijartinên herêmî de li qanûnê hatine nivîsandin, bi erêkirina YSKyê re zelal dibe. Erdoganî ji niha de îlan kiriye ku vîna gelekî ji sendoqê derkeve jî ew nas nake.” (EKN/FD)