Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Beriya civîna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Angela Merkel, Serokwezîra Almanyayê, derbarê naveroka civînê de Merkelê hin daxuyanî belav kirine.
Merkelê diyar kiriye ku ew ê behsa rewşa mafên mirovan û welatiyên Almanyayê yên li Tirkiyeyê girtî bike.
Serokomar Erdogan îro, wê piştî civîna bi Frank-Walter Steinmeier, Serokomarê Almanyayê, wê bi Angela Merkelê re bicive. Piştî vê civînê wê Erdogan û Merkel civîneke çapemeniyê jî çêbikin.
“Rewşa mafên mirovan ne li gorî zanyariyên min in”
Li gorî nûçeya beşa tirkî ya Deutsche Welleyê, Merkel duh bi şev axivî ye û gotiye, “Rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê, ne li gorî zanyariyên li ber destên min derketine”.
Merkelê diyar kiriye, ew ê behsa rewşa wan welatiyên Almanyayê bike ku li Tirkiyeyê ji ber mafên mirovan û siyasetê girtî ne.
Merkelê her weha behsa rewşa aboriya Tirkiyeyê jî kiriye û gotiye ku ji bo Tirkiye bikaribe weke welateke xwedî îstîkrar bimîne, divê “peywendiyên aqilane” girê bide û ew ê rasterast alîkariya darayî nekin. (EKN/FD)