Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo beşdarî Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî (NY) çûye Dyayê. Erdogan li New Yorkê beriya civîna NYyê di civîna Komîteya Rêveberiya Netewî ya Tirk-Amerîkaniyan (TASC) de axivî ye. Erdoganî li vir behsa leşkerên wan ên li Sûriyeyê û armancên wan ên li vir kiriye.
Her weha ew mesaj daye ku dibe li Rojhilatê Feratê operasyonek çêbibe:
“Xwedê bike, em ê di demên pêş de herêmên ewle yên li Sûriyeyê berdewam bikin ku wê Rojhilatê Feratê jî bigire nava xwe.”
Paşê çûye Weqfa TURKENê û di dema şîvê de li vir jî axavtineke weke vê kiriye: “Di demên pêşiya me de em ê gavên weke operasyona Mertalê Feratê û Çeqle Zeytûnê li Rojhilatê Feratê jî bavêjin.”
Îro di rojnameya Kommersantê ya Rûsyayê de gotareke Erdoganî hatiye belavkirin û di vê gotarê de jî gotiye, ew dixwazin li Rojhilatê Feratê jî operasyonekê çêbikin û dixwazin Rûsya piştgiriyê bide wan:
“Em li bendê ne ku Rûsya bi taybetî di têkoşîna Tirkiyeyê ya li hemberî rêxistinên terorê yên weke PKK, PYD, YPGyê piştgiriyê bide.” (HK/FD)