Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Îbrahîm Ayhanê ku du caran ji Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) bûbû parlementer li Herêma Kurdistanê ya Iraqê miriye.
Herdu hevserokên HDPyê, Sezaî Temellî û Pervîn Buldanê daxuyaniyeka nivîskî îmze kiriye. Hevserokan diyar kiriye:
“Em di şîneka dijwar a hevalê xwe yê berxwedanê de ne ku wî jiyana xwe dabû aştî, demokrasî û berxwedana ji bo aştiyê...
“Em sond dixwin ku em ê sadiqê berxwedan û hêviyên wî.”
Îbrahîm Ayhan
1ê Çiriya Pêşiyê bi lêpirsîna KCKyê hatiye girtin.
Sala 2011ê dema ku ew di girtîgehê de bû bûye namzetê HDPyê û hatiye hilbijartin.
Di hikûmeta 26. de Îbrahîm Ayhan parlementerê Rûhayê bû.
27ê Sibata 2018ê parlementoya Tirkiyeyê parlementeriya Îbrahîm Ayhanî betal kiriye.
Ji ber ku wî wêneyê kesekê li Rojavayê mirî parve kiribû, bû sûcê “propagandaya ji bo rêxistinê” dadgehekê salek û 3 meh cezayê girtinê daye wî.
(AS/MB)