Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî diyar kiriye ku li herêma Idlibê ya Sûriyeyê “operasyona li dijî terorê ya navnetewî” pêwîste û gotiye ku “lê polîtîkaya Idlibê ya Beşar Esad Serokdewletê Sûriyeyê şaş e.”
Erdoganî ji rojnameya Wall Street Journalê re bi sernavê “Divê cîhan Esedî bide sekinandin” nivîsiye û wiha gotiye:
“Bi milyonan mirov bûne penaber”
“Rejîma Esadî, heft sal in ku li sînorên başûr ê Tirkiyeyê li gorî kêfa xwe welatiyên Sûriyeyê digire, îşkenceya sîstematîk li wan dike, wan bi komî dar ve dike, bi çekên kîmyewî, yên konvansiyonel û bombeyên bermîlan dike hedef.
“Di encama şerê navxweyî yê Sûriyeyê de, bi milyonan mirovên bêguhen bûne penaber ango li nava welatê xwe ji cihên xwe bûne ku Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî ev şer bi gotinên “Ji şerê cîhanê yê duyem heta niha felaketa herî mezin a ku mirov bûne sedem” bi nav kiriye.
“Em mazûbaniyê li sê milyon û nîv mirovan dikin”
“Tirkiyeya ku ji bo êşa gelê Sûriyeyê kêm bike hewleke gelekî mezin nîşan dide, îro mazûbaniya nêzîkî sê milyon û nîv penaberan dike ku ji tevahiya hejmara welatiyên din wergirtine zêdetir e.
“Di heman demê de em bûne hedefa rêxistinên terorê, DAIŞ û PKKyê ku li ber serê me xebatê dikin. Lê ne mesrefa zêde ya xebatên me yên alîkariya mirovî ne jî endîşeyên ewlehiyê nehiştiye biryara me lawaz bibe.
“Em di nava hewldanên dîplomatîk de ne”
“Tirkiye di demeke ku rastî van zehmetiyan hatiye de, li hêlekê jî ji bo çareseriyeke siyasî ji krîzê re bibîne, di nava hewldanên dîplomatîk de bû.
“Di vê çarçoveyê de me mixalefeta Sûriyeyê li Cenêvê anî ser maseya guftûgoyan; bi Rûsya û Îranê re me pêvajoya Astanayê da destpêkirin.
“Li gorî vê encamê Tirkiyeyê peymanên aştiyê îmze kir, herêmên ewle ava kir û hişt ku sivîl ji herêmên di bin êrîşa rejîmê derkevin.
“Idlib ji bo sivîlan herêmeke ewle ye”
“Niha em îro di qonaxeke krîtîk de ne. Rejîma Esedî bi hevkariya hevalbendên xwe re amadekariyeke êrîşeke mezin li ser Idlibê dike ku ji bo sê milyon Sûriyeyiyan mazûbaniyê dike û ji wan re bûye herêma ewle ya herî dawî.
“Hikûmeta me ji bo pêşî li vê êrîşê bigire, alîkariya avakirina herêmeke ewle kur û ji bo raporgirtina binpêkirinên agirbestê 12 xalên çavdêriyê ava kir.
“Çareseriya Esedî sexte ye”
“Rejîma Esedî vê êrîşa ku nêzîk dibe dixwaze di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de rewa nîşan bide.
“Ez vê bi awayekî zelal bibêjim, ti welat nikare qasî Tirkiyeyê girîngiya têkoşîna bi terorê re fam bike ku ji dema krîza Sûriyeyê dest pê kiriye û bêewletiyê dişîne herêmê û ji ber vê rewşê Tirkiye rastî êrîşên terorê dibe.
“Lê çareseriya Beşşar Esedî çareseriyike sexte ye. Di bin navê têkoşîna li dijî terorê de nabe mirovên bê guneh bibin qurbanî. Gaveke bi vî awayî tenê dikare bibe sedema avakirina herêmên radîkalîzmê û terora nû.” (EKN/FD)