Foto: AA/ Arşiv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilizî bitikîne
Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdoganî dema ji Qirgizîstanê vegeriyaye Tirkiyeyê di balafirê de pirsên rojnamegeran daye.
Li gorî nûçeya ku di rojnameya Hürriyetê de hatiye belavkirin, Erdoganî derbarê operasyona tê payîn li Idlibê çêbibe wiha gotiye:
“Li wir 12 xalên me yên çavdêriyê hene. Hêzên me yên ewlekariyê li wir karên xwe bibiryarî berdewam dikin. Ji hemûyan wêdetir, hevkariya me û Rûsyayê ji hemû tiştan girîngtir e.
“Hêzên me yên çekdar, Wezareta me ya Berevaniyê û istixbarata me vê bi hev re dimeşîne. Li vir 3 milyon û nîv mirov hene. DYA û Rûsya hevdu sûcdar dikin. Lê, Xwedê neke, heke bi moşekan êrîş li ser vir bêkirin, wê qetlîamên mezin çêbibin.
“Xwedê biparêze, heke karesatek çêbibe, dîsa ev mirov wê di serî de birevin Tirkiyeyê. Di demeke wisa de ku em dibêjin, hin tişt çareser bûne, êdî ji Tirkiyeyê veger dest pê kirine, rîskên bi vî awayî di rojevê de ne.
“Di 7ê Îlonê de lûtkeya Tehranê heye. Em ê di vê lûtkeyê de vî karî bibin merhaleyeke gelekî erênîtir. Ev berdewama Astanayê ye. Ne rewşeke wisa ye ku bi Cenêvê re were beramberî hev. Bi destûra Xwedê em ê Lûtkeya Tehranê erênî bidawî bikin û em ê karibin ekstremiya rejîmê li wir asteng bikin. Em girîngiyeke mezin didine lûtkeyê.” (PT/FD)