Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) giliyê Suleyman Soylû Wezîrê Navxweyî û wan polîsan kirine ku êrîş birine ser Dayikên/Mirovên Şemiyê.
Parlamenteran duh daxwaznameyên radestî Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê kirine û daxwaz kirine ku Soylû û polîs li gor xala 86ê ya Yasaya Cezayan a Tirkan ji ber sûcê “birîndarkirina bizanebûn” werin cezakirin.
Polîsan roja şemiyê mudaxele li Dayikên/Mirovên Şemiyê û kesên ji bo piştgiriyê hatibûn wir kiribûn ku wê çalakiya hefteya 700î çêbikirana. Di nava piştevanan de parlamenter û mafparêz jî heb^n. 34 kes hatibûn desteserkirin û ev kes di saetên êvarê de serbest bûbûn.
Gef li parlamenteran hatibû xwarin û tundkarî li wan hatibû kirin
Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî Hevserokên Giştî yên HDPyê, parlamenterên HDPyê Ayhan Bîlgen, Garo Paylan, Sarûhan Olûç, Huda Kaya, Serpîl Kemalbay, Ahmet Şik û Erkan Başî daxwazname pêşkêş kirine.
Di daxwaznameyê de hatiye gotin ku daxuyaniya çapemeniyê bi fermana Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî ve hatiye qedeşekirin ku 699 hefteyan bi awayekî aştiyane û bêyî gefê li aştiya civakê bixwe dihate çêkirin. (AS/FD)