Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Hunermend û siyasetmedar Pinar Aydinlar bi şertê kontrola edlî duh (27ê Tebaxê) bi şev hatiye tehliyekirin. Aydinlar 15ê Gulanê hatibû girtin.
Aydinlar piştî ku ji girtîgehê derket li ser hesabê xwe yê medyayê wiha nivîsiye:
“Ji wê cihê ku em lê mabûn careke din merheba! Du sê saet beriya niha bi şertê kontrola edlî ez hatim tehliyekirin. Herweha ji bo wan kesên ku xwediyê agahiya şaş in, ez qet li qawîşa serbixweyan nemame, lê 105 roj in ku ez li hucreya yek kesan bûm! Hezkirin ji bo we hemûyan. Bijî azadî! Bijî berxwedana me ya birûmet.”
Çi bûbû?
Aydinlar, di hilbijartina giştî ya 7ê Hezîranê ya 2015ê de ji HDPyê weke namzeta Îzmîrê ketibû hilbijartinê. Ji ber axavtinên wê ên di dema xebatên hilbijartinê de bi tohmeta “propagandaya rêxistinê” 10 meh cezayê girtîgehê dabûn Aydinlarê û ev cezayê wê hatibû erêkirin.
Aydinlar 15ê Gulanê hatibû desteserkirin û ew şandibûn Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.
Derbarê Pinar Aydinlarê de
Stranbêj, siyasetmedar û nivîskar.
Sala 1979ê li Îzmîrê ji dayik bûye, lê Erziromî ye. Beşa Zanistên Bingehîn li Konservatûara Dewletê ya Mûsîka Tirkan a Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê qedandiye.
Sala 2003ê, albûma xwe ya bi navê “Divê em stranan bibêjin” (Türkü Söylemek Lazım) derxistiye. Paşê sala 2007ê albûma bi navê “Gula Sor” (Kırmızı Gül) û sala 2011ê ya bi navê “Xeyaleke Şîn” (Mavi Bir Düş” derxistiye.
Sala 2014ê li gel Sirri Sureyya Onderî, li ser navê HDPyê bû namzeta Hevserokatiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê.
Di hilbijartina 7ê Hezîranê ya 2015ê de li gel Ertûgrûl Kurkçuyî li ser navê HDPyê bû namzeta parlamenteriyê ya Îzmîrê. Aydinlarê di rojnameya SoLê de nivîs nivîsandine û sala 2011ê di filmê bi navê “Piştî Şoreşê” (Devrimden Sonra) de lîstiye. (BK/FD)