Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Tirkiyeyê baca 22 cure kelûpelên ji DYAyê tên kirîn zede kir Alîkarê serokê DYAyê Mike Pence û Berdevka Qesra Sipî Sarah Sandersê daxuyanî dane.
Penceyî gotiye, “Bila Tirkiye biryardariya Trumpî nepîve, jê re baştir e”.
Sandersê jî diyar kiriye ku “Ger Tirkiye Brunsonî berde jî wê ev baca li ser Tirkiyeyê hatiye zêdekirin neyê rakirin”.
Pence: Bila Tirkiye biryardariya Trumpî nepîve, jê re baştir e
Pence di Twittera xwe de wiha nivîsiye:
“Pastor Andrew Brunson kesekî bêsûnc e ku li Tirkiyeyê tê girtin, li gor edaletê divê
bê berdan. Wê ji Tirkiyeyê re baştir be ku biryardariya Serokê DYAyê ya derheqê welatiyên Amerîkayê yên li dewletên derve tên girtin nepîve.
“Heta ku Pastor Brunson neyê berdan û neyê nav malbata xwe, dêra xwe, nav dostên xwe ez û serokê DYAyê em ê nesekinin. Divê her welatîyê DYAyê ji bo Brunsonî dia bike da ku bê mala xwe.”
Sanders: Brunson bê berdan jî dê bac neyên rakirin
Sandersê di civîna xwe ya çapemenîyê de, biryara Tirkiyeyê ya li ser zêdekirina bacê, bi gotinên “gaveke xelet” û “xemnak” nirxand. Berdevkê gotiye sedema ku DYAyê bac zêde kiriye “ewlehiya netewî” ya DYAyê ye:
“Ev cirma ku Tirkiyeyê danîye ser kelûpelên me xemnak e. Tirkiye gavên xelet diavêje.
"Ev gava me avêtî ji bo ewlehiya me ya netewî bû lê ya wan bersivek e ku dane me. Em piştgirîyê nadin van kirinan û xelet dibînin.”
Sandersê diyar kiriye ku Tirkiye Brunsonî berde jî wê bac neyê kêmkirin û wiha lê zede kir: “Ger Brunsonî bê berdan wî wextî em dikarin li ser cirma ku li ser rayedarên Tirkiyeyê
hatiye danîn minaqaşayê bikin.” (EKN/VU/FD)
*Vahdet Uçarê ev nûçe ji tirkî wergerandiye.