Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Donald Trump Serokê DYAyê duh ew yasa îmze kir ku firotina balafirên şer ên bi navê F35an ji bo Tirkiyeyê dide sekinandin.
Tirkiyeyê plan dikir ku di nava 10 salan de jetan bi kar bîne.
Malpera Foreign Policy di nûçeya xwe de diyar kiriye ku rewşa heyî ji bo DYAyê jî ne rewşeke erênî ye.
Malperê nivîsandiye ku “Gelek amûrên girîng ên jetan, ji hêla şîrketên Tirkan ve tên çêkirin. Wezareta Berevaniyê ya DYAyê texmîn dike ku di nava du salan de wê karibin li şûna şîrketên Tirkan şîrketên nû bibînin û peymanê bi wan re çêbikin.”
Di vê navberê de tamîrkirin û nûkirina motorên van jetan li bajarê Eskîşehîrê dibe ku ev der weke navenda bingehîn a li Ewropayê ye.
Mattîs li hember derketibû
DYA ji ber peymana S400yan a di navbera Tirkiye û Rûsyayê de dilgiran e. Li gorî nûçeya ku di çapemeniya DYAyê de hatiye belavkirin, DYA ditirse detayên projeya F35an bikeve destê Rûsyayê.
James Mattîs Wezîrê Berevaniyê beriya metna derbarê budçeya berevaniyê de bê qebûlkirin nameyek ji Kongreyê re rê kiribû û bila pêşnûme neyê qebûlkirin. (PT/FD)