Ji bo nûçeya tirkî / ingilizî bitikîne
Donald Trumpî aşkere kir ku bacên gumrikê yên ji bazirganîya berhemên alîmînyum û pola yên tirkan tên standin, du qat werin zêde kirin. Trumpî diyar kiriye ku têkiliya wan û Tirkiyeyê vê gavê ne baş e.
Serokê DYAyê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsandiye: “Di vê dema ku nirxê lîra tirkan li hember dolarê me bi lezûbezî dikeve, min destûr da ku bacên gumrikê yên ji bazirganîya berhemên alîmînyum û pola yên tirkan tên standin, du qat werin zêde kirin. Asta baca alîmînyumê niha wê bibe % 20 û pola % 50. Têkiliyên me bi Tirkiyeyê re ne zêde baş in.” (AS/FD)