Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Gel a Komarî (CHP) piştî hilbijartina giştî ya 24ê Hezîranê ketibû nava nîqaşên guhertînê. Di vê çarçoveyê de Lijneya Birêvebiriya Navendî (MYK) ya CHPyê bi navê nû, wê vezîfeya xwe berdewam bike.
Faîk Oztrak Alîkarê Serokê Giştî yê ji Polîtîkayên Aboriyê berpirsiyar, bûye berdevkê nû yê CHPyê.
Bulent Tezcan, berdevkê berê di lijneyê de wezîfe wernegirtiye. Onûrsal Adiguzel dîsa bûye berpirsê ji Teknolojiya Ragihandinê û Zanyariyê ku di hilbijartina 24ê Hezîranê de berpirsê Platforma Hilbijartina Adil bû û ji ber sîstemê kar nekiribû rastî rexneyan hatibû.
Ozturk Yilmaz, Halûk Koç, Tekîn Bîngol û Çetîn Osman Bûdak di rêveberiya nû de nehatine erkdarkirin.
Di rêveberiya nû de çar jin hene
Dihat payîn ku hejmara alîkarên serokê giştî kêm bibe lê ev hejmar ji 17yan derketiye 19yan.
Di rêveberiya berê de hejmara jinan sê bû, lê di ya nû de bûye çar.
Rêveberên nû ev in:
* Bipêşxistin, lêkolîn, platforma zanyarî rêveberî û çandê: Fethî Açikel
* Têkiliyên bi çapemeniyê re, ragihandina sazûmanî: Tûncay Ozkan
* Teknolojiyên Zanyarî û Ragihandinê: Onûrsal Adiguzel
* Têkiliyên derve: Unal Çevîkoz
* Mafên jîngehê: Gulîzar Bîçer Karaca
* Polîtîkayên Perwerdeyê: Yildirim Kaya
* Polîtîkayên Aboriyê – Berdevkê Partiyê: Faîk Oztrak
* Polîtîkayên ji bo Ciwanan: Yûnûs Emre
* Têkiliyên bi gel re: Gamze Akkûş Îlgezdî
* Polîtîkayên ji bo Hiqûqê: Mûharrem Erkek
* Karên îdarî û yên darayî: Bûlent Kûşoglû
* Mafên Mirovan: Gokçe Gokçen
* Sendîkayên Karmendan / Odeyên Esnafan û Polîtîkayên Civakî: Aykût Erdogdû
* Polîtîkayên ji bo Jinan: Lale Karabiyik
* Rêxistinên Partiyê û Rêveberiyên Rêxistinê: Ogûz Kaan Salici
* Polîtîkayên ji bo çandiniyê û rêxistinên çandiniyê. Orhan Saribal
* Polîtîkayên ji bo herêmên xwecihî: Seyît Torûn
* Sekreterê Giştî: M. Akîf Hamzaçelebî (TP/FD)