Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li ber avahiya Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarî (CHP), çalakiyên mixalifên rêveberiya partiyê berdewam dikin. Mixalifan ji bo civata giştî ya awarte îmze kom kiribûn lê rêveberiyê aşkere kiribû ku îmzeyên hatine komkirin ji bo civatê ne bes in.
Abbas Canyûrt, endamê rêxistina navçeya Keçîorenê ya Enqereyê, li ber navenda giştî ya CHPyê dest bi çalakîya rûniştine kiriye.
Alîgir û endamên CHPyê ji roja duşemê heta îro li ber avahiya navendê kom bi kom çalakiyên rûniştinê çêkidin.
Li gorî nûçeya rojnameya Cûmhûriyetê Canyûrtî wiha gotiye:
“Ez li ser çalakîyeke wiha fikirîm. Min paldang anî û ez rûdinêm.
“Rêveberiya partiyê, rêveberên navenda giştî êdî bes e. Temenê min bûye 46. Ev 16 sal in ku karê min nîne. Her gava ku ez karekî dibînim dixebitim.
“Her carê têkçûn, her şeva hilbijartinê girî, êdî ez dibêjim bes e.” (EKN/FD)
* Wergêr: Gokhan Arpa
* Foto: Twitter