Foto: AA/ Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavûoşglû û yê DYAyê Mike Pompeo piştî biryara mueyîdeyên li ser du wezîrên Tirkiyeyê ya DYAyê, cara pêşiyê hatine ba hev.
Hevdîtina her du wezîran li Sîngaporê çêbûye ku ji bo 51em Civîna Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Netewên Asyaya Başûrê Rojhilat çûne wir. Her du wezîr li gorî saeta Tirkiyeyê, saet di 07.30 deqîqeyan de civiyan.
Heather Nauert Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYAyê piştî civîna wezîran wiha axivî ye: “Li ser gelek mijaran axivî ne. Li hev kirine ku pirsgirêkên di navbera welatên me de bi hev re çareser bikin û di vê de berdewam bikin.”
Berdevkê diyar kiriye ku hevdîtin “erênî” bû ye.
Pompeo: Em gelekî cidî ne
Pompeo piştî çû Sîngapûrê axivî bû û mueyîdeyên ku DYAyê ji bo Abduhlamît Gul Wezîrê Dadê û Suleyman Soylû Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê nirxandibû. Pompeo gotibû ku biryara mueyîdeyan cîdiyeta helwesta DYAyê nîşan dide.
Mevlut Çavûşoglû jî piştî axavtina bi Pompeoyî re axivî ye û wiha gotiye. “Helbet divê ne li bendê bin ku hemû krîz û pirsgirêk di civînekê de çareser bibin. Lê ji bo çareseriya pirsgirêkan di demên pêş de jî em ê hevkariyê bikin.” (PT/FD)