Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dozgeriyê bi tohmeta “propagandaya rêxistinê kirine” ji bo Feleknas Ûca û Mehmet Ruştu Tiryakî, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Êlihê lêpirsînname amade kiriye.
Serdozgeriya Komarî ya Êlihê, bi hinceta ku Ûca û Tiryakî beşdarî cenazeyê Devran Baysalê HPGyî bûne, lêpirsîn daye destpêkirin.
Devran Baysalê bi nasnav “Simko Kerboran” 8ê Tîrmehê li Colemêrgê miribû û ew li Êlihê binax kiribûn.
Feleknas Ûca û Mehmet Ruştu Tiryakî di hilbijartina 24ê Hezîranê de ji Êlihê weke parlamenter hatibûn hilbijartin.
Bixwîne - Dozgerîyekê lêpirsînname ji bo du wekîlên Amedê amade kiriye
Beriya niha jî Dozgeriya Komarî ya Amedê ji bo du wekîlên ji HDPyê (Partiya Gelan a Demokratîk); Remziye Tosun û Musa Farisoğullarıyî bi sûcê "propagandaya ji bo rêxistina terorê lêpirsînnameyek amade kiribû. (AS/FD)