Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dozgeriya Komarê ya Amedê ji bo du wekîlên ji HDPyê(Partiya Gelan a Demokratîk); Remziye Tosun û Musa Farisoğullarıyî bi sûcê “propagandaya ji bo rêxistina terorê lêpirsînnameyek amade kiriye.
Herdu wekîl beşdarî rêûrisma binaxkirina Mehme Yakişirê HPGyî(Hêzên Parastina Gelî) bûne. Li ser vê yekê serdozgeriyê doz vekiriye.
Remziye Tosun û Musa Farisoğullari di hilbijartina 24ê Hezîranê de ji lîsteya HDPyê ji bo wekîlîya Amedê hatibûn hilbijartin. Piştî sondxwarinê bûbûn wekîl.
(ÇT/MB)