Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
28em Serokê Meclîs Milet a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) îro hat hilbijartin.
Di her du tûrên pêşiyê de ti kesan nekarîbû dengên bilind bi dest bixin û hilbijartin di tûra sêyem de bi encam bûye. Bînalî Yildirim di vê tûrê de 335 deng bi dest xistiye û bûye Serokê Parlamentoyê.
Pênc namzet ketine pêşbirkê
Ji bo Serokatiya Parlamentoyê pênc namzet ketibûn pêşbirkê.
Bînalî Yildirim, Parlamenterê Îzmîrê yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP)
Erdogan Toprak, Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Gel a Komarî (CHP)
Meral Daniş Beştaş, Parlamentera Sêrtê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)
Hayrettîn Nûhoglû, Parlamenterê Stenbolê yê İYİ Partiyê
Cîhangîr Îslam, Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Saadetê (SP).
581 parlamenter di dengdanê de dengên xwe bi kar anîne û di tûra yekê de Cîhangîr Îslam namzetê SPyê çar deng, Hayrettîn Nûhoglû namzetê İYİ Partiyê 43 deng, Meral Daniş Beştaş namzeta HDPyê 65 deng, Erdogan Toprak namzetê CHPyê 134 deng û Bînalî Yildirim namzetê AKPYê 331 deng bi dest xistiye.
Di tûra duyem de; Yildirim 336, Toprak 131, Danış Beştaş 65, Nûhoglû 42 û Îslam 4 deng standiye.
Di tûra sêyem de Yildirim 335 deng bi dest xistiye û weke Serokê TBMMyê hatiye hilbijartin.
Li gorî rêziknameya TBMMyê ji bo Serokatiyê di serdema yasaçêkirinê de du caran hilbijartin çêdibin. Cara yekem serok du salan, cara duyem jî sê salan li ser wezîfeyê dimîne.
Di hilbiartina Serokatiya TBMMyê de deng veşartî tên dayin. (BK/FD)