Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Leyla Guven, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) îro li 9emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dadgehkirin ku 24ê Hezîranê ji Colemêrgê weke parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibû hilbijartin.
Heyeta dadgehê daxwaza tehliyeya Guvenê qebûl nekir ku ji ber girtî ye nekarîbû sonda parlamenteriyê bixwe. Dadgehkirin wê 4ê Çiriya Paşiyê berdewam bike.
Biryara tehliyeya wê hatibû betalkirin
29ê Hezîranê ji bo biryara tehliyeyê bide parêzeran serî li 9emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dabûn. Dadgehê pêşiyê biryara tehliyeyê dabû lê paşê dozgerî li hemberî vê biryarê derketibû û serî li dadgeha berjortir dabû.
10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê daxwaza dozgerî qebûl kiribû û biryara tehliyeya Leyla Guvenê rakiribû.
Li gorî nûçeya Gazete Karincayê, dadwerekî heyeta dadgehê yê 9em Dadgeha Cezayên Giran a Amedê çûye betlaneyê. Li şûna vî kesî dadwerekî din wezîfedar kirine ku di dadgeha Parlamenterê HDPyê Idrîs Balûkenî de wezîfedar bûye û ceza daye Balûkenî.
Dozgerî jî xwestiye Guven neyê tehliyekirin. Piştî ku navber hatiye dayin, heyeta dadgehê biryar girtiye ku daxwaza tehliyeyê neyê qebûlkirin.
22yê Kanûna Paşiyê hatibû desteserkirin
Leyla Guvena ku 24ê Hezîrana 2018ê weke parlamentera Colemêrgê hatibû hilbijartin, 22yê Kanûna Paşiyê di encama serdegirtina mala xwe de hatibû desteserkirin.
Guven bi tohmeta parvekirin û daxuyaniyên derbarê operasyona leşkerî ya li ser Efrînê de hatibû sûcdarkirin.
Piştî ku 9 rojan desteserkirî mabû, Leyla Guven 31ê Kanûna Paşiyê ji hêla 9em Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hatibû girtin. (PT/FD)