Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îro di Rojnameya Fermî de Biryarnameya Serokomariyê ya hejmar 3yê hatiye ragihandin û li gorî vê Biryarnameyê Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Yaşar Guler weke Serfermandarê nû hatiye erkdarkirin. Alîkarê Serfermandar Orgeneral Umît Dundar jî bûye Fermandarê Hêzên Bejayî.
Li şûna Dundarî Fermandarê Serkan ê Hêzên Bejayî Korgeneral Metîn Gurak hatiye wêzîfedarkirin.
Serfermandar Hûlûsî Akar duh hatibû aşkerekirin ku di Desteya Wezîran a nû de bûye Wezîrê Berevaniyê.
Bitikîne - Erdoganî Desteya Wezîran a nû aşkere kir
Derbarê Yaşar Gulerî de
Bûye Serfermandarê 30yê yê Hêzên Çekdar ên Tirkan.
Sala 1954ê li Ardaxanê hatiye dinê. Dibistana Şerê Bejayî qedandiye.
Di navbera salên 1975ê û 1984ê de li yekîneyên curbecur weke fermandarê tîmê û lîwayê wezîfe girtiye. Sala 1986ê Akademiye Şerê Bejayî û sala 1988ê jî Akademiye Hêzên Çekdar qedandiye.
Weke sûbayê serkantiyê di navbera salên 1986ê û 1988ê de li Fermandariya Hêrêma Navwelêt Serokatiya Tevgerê, di navbera salên 1988ê û 1991ê de li Serokatiya Nirxandin û Kontrolkirinê ya Hêzên Bejayî de Sûbaytiya Plankirinê, di navbera salên 1991û 1992yê Midûrtiya Şûbeyê ya Perwerde û ya Tevgerê ya 12emîn Tumena Piyadeyan, di navbera salên 1992 û 1994ê li Silopyayê di Fermandariya Tabûra Ewlehiya Navxweyî de, di navbera salên 1994 û 1995ê de Alîkariya Fermandarê Tûgayan Tirkan li Bosna Hersekê, di navbera salên 1995 û 1997ê jî Sûbaytiya Projeyan li Serşêwirmendiya Leşkerî ya Serokwezîrtiyê wezîfe kiriye.
Piştî vê jî li derveyî Tirkiyeyê di saziyên weke NATOyê û li nava Tirkiyeyê jî di gelek wezîfeyên din de kar kiriye.
Sala 2009ê bûye korgeneral. Heman salê bûye Fermandarê Giştî ya Nexşeyan, Fermandarê Kolordûya 4ê û Serokaê Istixbarata Serfermandariyê.
Sala 2013ê bûye Alîkarê Serfermandar.
Di navbera salên 2016 û 2017ê de Fermandarê Giştî ye Cendermeyan bûye.
2yê Tebaxa 2017ê bi biryarên Şêwra Leşkerî ya Bilind bûye Fermandarê Hêzên Bejayî. (AS/FD)