Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî destpêkirina xwenîşandanan serokwezîrê Ermenistanê hatiye guhertin serokwezîrê nû Nicol Paşinyanî gotiye ew ê li dijî gendeliyê têbikoşe û li wî welatî parêzbendiya ti kesan dê nebe.
“Ji min re ne xem e ka kê sûc kiriye. Berpirsiyarî hemî kesan heye. Em ê ji binî ve bêqanûniya li Ermenistanê tine bikin. Dema prensan û feodalan borî û çû.”
Wî gotiye ji bo eşkerekirina gendeliya li welatê wî ew ê 10 milyar draman cida bike.
Aleksandr Sarkisyanê ku birayê serokkomarê berê yê Ermenistanê, Serj Sarkisyanî ye hatiye ddesteserkirin. biraziyê serokkomarê berê Ayk Sarkisyan jî desteserkirî ye.
(PT/MB)
Çavkanî: News.am, Agos, AA