Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber ku di hilbijartina 24ê Hezîrana 2018ê de ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) weke parlamentera Colemêrgê hatibû hilbijartin, parêzeran ji bo Leyla Guven, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) îro serî li 9em Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dabû. Piştî serlêdanê dadgehê biryara tehliyeya Guvenê dabû.
Lê, dozgeriyê li hemberî vê biryarê derketibû û xwestibû ku Guven girtî bimîne. 10em Dadgeha Cezayên Giran daxwaza dozgeriyê nirxandiye û biryara tehliyeya Guvenê betal kiriye.
Çi bûbû?
Leyla Guven bi hinceta parvekirin û daxuyaniyên wê yên derbarê operasyona li ser Efrînê 22yê Kanûna Paşiyê li Amedê li mala xwe hatibû desteserkirin. 31yê Kanûna Paşiyê jî hatibû girtin.
Serdozgeriya Komarî ya Amedê ji ber beşdariya wê ya 14 civînên çapemeniyê û ji ber beşdariya merasîmên cenazeyan doz lê vekiribû.
Di du îdianameyên ku hatine amadekirin de bi tohmeta “Avakirin û birêvebirina rêxistina çekdar”, “Kirina propagandaya rêxistinê”, û “Endamtiya rêxistin” ji bo Guvenê ji 17 sal û nîvan heta 31 sal û nîvê cezayê girtîgehê tê xwestin.
Derbarê Leyla Guvenê de
Siyasetmedar e. Sala 1968ê ji dayik bûye. Demekê li Almanyayê maye. Sala 1994ê li Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) di baskê jinan de kar kiriye.
Sala 2004ê di hilbijartina herêmî de ji bo Şaredariya Dîkîliya Biçûk a Edeneyê, sala 2009ê jî di hilbijartina herêmî de ji bo Şaredariya Wêranşarê hatibû hilbijartin.
Kanûna Pêşiyê ya 2009ê de di çarçoveya operasyona Koma Civakên Kurdistanê (KCK) de hat girtin. Piştî 5 salan girtî ma, sala 2014ê tehliye bû. Di heman dosyayê de 6 sal û 3 meh ceza wergirtiye.
Di hilbijartina 2015ê de li Rihayê di rêza çarem de ji Partiya Demokratîk a Gelan bûbû namzet. (PT/FD)