Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) / ingilîzî (1) (2) bitikîne
Eren Erdem Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Stenbolê ku di hilbiartina 24ê Hezîranê de careke din weke namzet nehatibû nîşandan, piştî duh bi şev li Enqereyê hatibû desteserkirin, birine Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Erdem bi balafira di saet 06.30 deqîqeyan de anîne Stenbolê û li 35emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê derxistine pêşberî dadwer.
Piştî ku parêzer Onûr Cingil parêzname pêşkêşî dadgehê kiriye, Eren Erdem hatiye girtin.
Bariş Yarkadaş parlamenterê CHPyê ku doz dişopand li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kiribû ku dozgerî daxwaza girtinê kiriye.
Çi bûbû?
Parlamenterê CHPyê Eren Erdem hatibû desteserkirin ku ji ber dozekê biryara derketina qedexeya ji derveyî Tirkiyeyê ji bo wî hatibû derxistin. Erdem ji ber vê dozê wê meha Îlonê derkeve pêşberî dadgehê.
Parlamenterê CHPyê Eren Erdem li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kiribû ku ew hatiye desteserkirin. “Ez niha têm desteserkirin. Sedema wê nizanim. Li ber mala xwe ji hêla polîsan ve têm desteserkirin. Bila haya raya giştî jê hebe”.
Çend roj berê 35em Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ew îdianame ya derbarê Eren Erdemî de qebûl kiribû ku tê de tê îdiakirin alîkarî bi cemaeta Fethullah Gulenê kiriye û 22 sal cezayê girtîgehê jê re hatibû xwestin. Biryar hatibû girtin ku dadgehkirin 19ê Îlonê dest pê bike û ji ber wê jî biryara derketina ji derveyî Tirkiyeyê ji bo Erdemî hatibû derxistin. (AS/FD)