Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî encamên ne fermî yên hilbijartina 24ê Hezîranê, du akademisyenên aştîxwaz mafê parlamenteriyê wergirtine.
Ji Partiya Gel a Komarî (CHP) du, ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî 6 akademisyenên aştîxwaz weke namzetê parlamenteriyê hatibûn nîşandan.
Li gorî vê encamê Prof. Dr. Îbrahîm Kaboglû yê ji wezîfeya xwe ya li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Marmarayê hatibû dûrxistin weke parlamenterê CHPyê, Prof. Dr. Erol Katircioglû yê ji Fakulteya Iqdisatê ya Zanîngeha Marmarayê jî weke parlamenterê HDPyê hatiye hilbijartin. Her du parlamenter jî li Stenbolê bûbûn namzet.
Kesên ku hatine dûrxistin jî bûne parlamenter
Li gel van her du navan du akademisyenên din ên di encama Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê (KHK) de ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin bûne parlamenter.
Yek ji wan Sezaî Temellî ye ku Hevserokê Giştî yê HDPyê ye. Temellî di encama ragihandina KHKyê ya hejmar 675ê de ji Beşa Têkiliyên Navnetewî û Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Stenbolê hatibû dûrxistin. Sezaî Temellî li gorî vê encamê bûye parlamenterê HDPyê yê Wanê.
Yê din jî Prof. Dr. Cîhangîr Îslam bû ku ew jî di encama ragihandina KHKyê ya hejmar 686ê de ji wezîfeya xwe ya li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Kafkasyayê hatibû dûrxistin. Îslam bû parlamenterê CHPyê yê Stenbolê. (BK/FD)