ji bo nûçeya tirkî (1) (2) / ingilîzî (1) (2) bitikîne
Piştî dengdayin ji bo hilbijartina Serokomariyê û ya parlamenteriyê dest pê kiriye tê îdiakirin ku li hin deveran mafê dengdanê hatine binpêkirin.
Hat îdiakirin ku li Rihayê Parlamenterê AKPyê Îbrahîm Halîl Yildiz, tevlî gelek parêzvanên biçek li dibistanên Pirsûsê digere û wezîfedarên li ser sendoqan ên HDPyî derb dike. Dîsa hat îdiakirin ku Yildiz ji bo Erdogan û AKPyê bi rengekî komî dengan dide bikaranîn.
Mûrat Emîr Parlamenterê Enqereyê yê CHPyê diyar kiriye ku li ser vê rewşê wan serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê daye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Yildiz û kesên bi wî re çûne Dibistana Seretayî ay Cûmhûriyet û Ataturkê û Lîseya Anadolûyê ya GAPê û dest danîne ser telefonên kesên li dibistanê.
Endamê Meclîsa CHPyê: Bi qasî 30 muşahidên me hatine dûrxistin
Mehmet Alî Çelebî endamê Meclîsa Partiye yê CHPyê diyar kiriye ku li Rihayê gelek muşahit di bin fişarê de ne û bi qasî 30 muşahidên wan ji sendoqan hatine dûrxistin.
Tê îdiakirin ku li hin deverên din jî astengî tên derxistin
Hat diyarkirin ku li Mêrdînê Şaredarê Rişmilê gef li wezîfedarên li ser sendoqan xwariye û gotiye “Ji bo kesên ne li vir in jî wê deng bên avêtin. Li vir ez çi bibêjim wê ew bibe.”
Dîlaver Înal namzetê parlamenteriyê yê Mêrdînê yê HDPyî ragihandiye ku Hayrettîn Demîr Şaredarê Rişmilê ji wezîfedarên li ser sendoqê ew tişt gotine û gef li wî jî xwariye.
Li navçeya Qulpê ya Amedê wezîfedarên HDPyê xwestine biçin gundê Koçkarê lê cerdevanan demeke dirêj ew asteng kirine û nehiştine biçin ser sendoqan.
Li gorî parvekirina Ahmet Akin Parlamenterê CHPyê yê Balikesîrê, li Erziromê hin kes digerin ku kartên ji hêla Wezareta Navxweyî bi wan re ne. (EKN/HK/FD)