Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Wezîrê karên navxweyî, Suleyman Soyluyî ji bo BAROya Amedê gotibû, “BAROya Amedê piştgireka PKKyê ye” BAROyê bersiva gotinên wezîrî daye.
BAROyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye “heke tu li pişt îdiayên xwe bî, çi pêwîst be bike.”
Wezîrê karên naxweyî 18ê Hezîranê di bernameyeka TRTyê de gotibû:
“Ji xwe BAROya Amedê piştgireka PKKyê ye. Ez gelek zelal dibêjim piştgireka PKKyê ye. Li ser hemî kar û çalakiyên me yên qanûnî dema dengê PKKyê dernekeve BAROya Amedê dengê xwe bilind dike.”
BAROya Amedê gotiye:
“Em ji we natirsin. Em li wî cihî ne ku we lê Tahir Elçî ji me standibû.(AS/MB)