Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Li medyaya civakî bianetê bi hastaga #DemirtaşaSoruyorum (#JiDemirtaşîDipirsim) ji berbijarê serokkomariyê yê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Selahattîn Demirtaşî pirsî ka çi têkiliya wî bi xwenîşandanên ji bo Kobanîyê ve hebû, wî bersiv rêkiriye.
Pirsa bianetê:
“#JiDemirtaşîDipirsim Di xwenîşandanên ji bo Kobanîyê de, di 7/12ê Çiriya Pêşiyê de li gor IHDyê(Komeleya Mafên Mirovan) 46 kes mirine, 682 kes birîndar bûne û 323 kes hatine girtin. Li medyaya gelek caran tê diyarkirin ku ji bo wan xwenîşandanan te bang kiriye û berpirsê encaman tu yî. Gelo şîroveya hiqûqî û siyasî ya mijarê ji aliyê te ve çi ne?”
Bersiva Selahattîn Demirtaşî:
“Bi banga min an ya HDPyê ti çalakiyên tûndkar dest pê nekirine. Çalakiyên tûndkariyê ya rastî piştî 7ê Çiriya Pêşiyê de dema Erdoganî got “Kobanî dike bikeve, ha dê bike û ha bikeve” dest pê kirine. Berpirsa wan bûyeran AKP ye, ya ku nahêle berpirsên hiqûqî eşkere bibin jî AKP ye. Ji vê pê ve yên dî îftira û berovajîkirina bûyeran e.”
(EKN/ŞA/MB)