Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Namzetê Serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), wê ji bo axavtina propagandayê ya li TRTyê ya derbarê hilbijartina 24ê Hezîranê de du caran ji Edîrneyê bibin Enqereyê. Demîrtaş ji 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016ê û vir ve girtî ye û li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê girtin.
Namzetên serokomariyê wê 17ê Hezîranê ya 2018ê roja yekşemê ku propagandaya radyo û televizyonan vê rojê dest pê dike û 23yê Hezîranê ya 2018ê roja şemiyê ku roja dawiyê ya propagandayê ye li TRTyê du caran biaxivin. Her axavtinek wê 10 deqîqe be.
Selahattîn Demîrtaş wê ji Girtîgeha Edîrneyê ji bo du caran bibin studyoya li Oranê ya li Enqereyê.
Axavtina Demîrtaşî wê 13ê Hezîranê roja çarşemê di navbera saet 10.00 û 11.00ê de were qeydkirin û 13ê Hezîranê li ser TRTyê bê weşandin.
Axavtina duyem jî wê 22yê Hezîranê roja înê saet di navbera 14.00 û 15.00ê de bê qeydkirin û 23ê Hezîranê bê weşandin.
Înce derkaneve TRTyê
Li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ji bo dora axavtina namzetên serokomariyê û ya partiyên siyasî ya li TRTyê, pişk hatiye avêtin.
Namzetê CHPyê Mûharrem Înce ji ber ku serî li YSKyê nedabû wê dernekeve ser ekranên TRTyê.
17ê Hezîranê
Dogû Perînçek: 20.31 – 20.41
Tayyîp Erdogan: 20.42 – 20.52
Selahattîn Demîrtaş: 20.52 – 21.03
Temel Karamollaoglû: 21.15 – 21.25
23yê Hezîranê
Temel Karamollaoglû: 17.06 – 17.16
Meral Akşener: 17.17 – 17.27
Tayyîp Erdogan: 17.28 – 17.38
Dogû Perînçek: 17.39 – 17.49
Selahattîn Demîrtaş: 17.50 – 18.00
(EKN/FD)