Ji bo nûçeya tirkî / Ingilîzî bitikîne
Selahattîn Demîrtaş namzetê serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê girtî, wê li ser medyaya civakî civîneke çapemeniyê çêbike.
Ew pirsên ku heta 6ê Hezîranê saet 23.00ê li ser Twitter, Instagram û Facebookê yên bi kurdî, tirkî û ingilîzî hatine kirin bi rêya parêzeran bigihên Demîrtaşî û Demîrtaş jî wê bersiva van pirsan bi nivîskî bibersivîne.
Ji bo pirsan divê hashtagên #JiDemirtaşDipirsim, #DemirtaşaSoruyorum û #AskDemirtaş bên bi kar anîn.
Demîrtaş 4ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê hatibû girtin û di Girtîgeha Edîrneyê de tê girtin.
Bersiva pirsan wê li ser medyaya civakî bên parvekirin
Bersiva pirsên ku rojnamegerê ji medyaya Tirkiyeyê û ji ya cîhanê li ser Facebook û Instagramê ji Demîrtaşî kirine wê li ser hesabê Facebook û Instagramê yên Demîrtaşî bên parvekirin.
Bersiva pirsên li ser Twitterê çûne jî wê 8ê Hezîranê roja înê, di nava rojê de li ser hesabê Twitterê yê Demîrtaşî bên parvekirin.
Her weha pirsên bi rêya vîdeoyê jî wê karibin bên kirin. Fotografê van vîdeoyan wê bên kişandin û pirs wê bi awayekî nivîskî bigihên ber destê Demîrtaşî. (TP/FD)