Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serî li Wezareta Dadê da û xwest ku ji bo Selahattîn Demîrtaş namzetê serokomariyê karibe mafê xwe yê propagandayê li girtîgehê bike, destûrê bidin.
Li gorî daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya HDP, daxwaza destûrê hatiye kirin ku rojnamegerên bixwazin karibin biçin li girtîgehê bi Demîrtaşî re hevdîtinê bikin û pê re hevpeyvînê bikin.
Yek ji daxwazên HDPyê ew e ku Demîrtaş bi rêya telefona girtîgehê beşdarî programa “Serok li Foxê ne” ya Fox TVyê bibe. (EKN/FD)