Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) bi daxuyaniyekê da zanîn ku ji bo berbijarê serokkomariyê yê partiya wan bê tehliyekirin wan serîli Dadgeha Cezayên giran a 19. dabû lê dadgehê daxwaza wan red kiriye.
Mahkeme, Demirtaş’ın tahliye başvurusunu reddetti. Eşit ve adil bir seçimi engelleyen bu hukuksuz kararı kınıyoruz. Milyonların adayı #Demirtaş’ın seçmenleriyle bir arada olmadığı her gün 24 Haziran seçimlerini biraz daha gölgeleyecek, demokratik meşruiyetini sorgulatacaktır. pic.twitter.com/XOR8F4wqio
— HDP (@HDPgenelmerkezi) May 21, 2018
HDPyê li ser hesabê xwe yê Twitterê daye zanîn ku ew “biryara rêyê li ber hilbijartina wekhev û adilane şermezar dike.”
Çi bûbû?
Selahattîn Demîrtaş parlamenterê Stenbolê û namzetê serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi rêya parêzerên xwe serî li 19emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dan û daxwaza tehliyeya wî kirin.
Demîrtaş ji 4ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê û vir ve li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê girtin. Parêzerên Demîrtaşî bi hinceta ku “girtina wî binpêkirina mafê hilbijartina serbest e” û gumana reva wî nîne, daxwaza tehliyeyê kirin.
“Divê di xebatên propagandayê de wekhevî hebe”
Di daxwaznameyê de parêzeran balkişandiye ser Destûra Bingehîn û Qanûna Derbarê Berbijêran û ya Hilbijartinê ya hejmar 298ê û diyar kirine ku li gorî van qanûnan divê Demîrtaş karibe bi rengekî wekhev û di nava serbestiyê de propagandaya xwe bike û dengê xwe bigihîne berbijêran.
Dîsa parêzeran behsa wî tiştî kirine ku Demîrtaş sal û 6 meh in girtî ye, delîl hatine komkirin û ti delînên din nîne ku bandorê li ser dozê bikin û gumana reva wî nîne û daxwaza tehliyeya Demîrtaşî kirine. (AS/MB)