Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Namzetê HDPyê(Partiya Gelan a Demokratîk) yê serokkomariya Tirkiyeyê , Selahattîn Demîrtaşî bersiva pirsên bianetê yên li ser rewşa wî ya li girtîgehê û pêvajoya hilbijartina serokkomariyê jê kir.
Ji salekê zêdetir e ku Demirtaş di Girtîgeha Edirneyê de ye û ew li dadgehê bi zimanê henekî axivîbû û di peyamên şandîn de her dem bi zimanekê henekî dinivîse me jî pirsên henekî jê kirin.
Bixwîne - Demîrtaş: "Ya wê demokrasî bi ser keve, yan jî dîktatorî"
bernameya we ya mîtîngan çi ye?
Namzetên dî meydan bi meydan digerin û mîtîngan çêdikin. Ez bi tenê bi alîkariya parêzerên xwe dikarim peyaman bişînim. Bêguman bernameya mîtîngan ya HDPyê dê hebe. Divîya wek namzetê serokkomariyê min projeyên me bigotiyan.
Bixwîne - 6 namzet wê karibin bikevin hilbijartina Serokomariyê
Reqîbên te her dem hin cihan vedikin te cara paşiyê çi vekiriye(vekirina devikê gazozan jî lê ye)?
Reqîbên min bi hemî şertên dewletê dixebitin. Min di vê sal û nîva di girtîgehê de karî ez cavên hin xebatkarên girtîgehê û dadkirinê vekim.
Dema tu dinivîsî tu çawa motîve dibî? Cara paşiyê bi ketila xwe te peyamek dabû gelek deng vedabû.
Bêguman ne hêsanî ye. Li vê derê hemî îmkan kêm in. Dîsa jî bi xêra hevalên min ên parêzer û navenda partiyê em xebatên xwe didomînin. Ketila min her dem kar nake ji xwe ji vê derê baş nakêşe. :)
Bixwîne - Bangewaziya Mûharrem Înce û çar parlamenterên CHPyê ya ji bo Demîrtaşî
Erdoganî ji bo te gotibû popstar, ji bo çêkirina albûmekê ti amadekariyên te hene?
Wî ji bo kêmdîtin û sivikkirina min welê gotibû. Lê ez ji mûzîkê hez dikim. Ez dixwazim rojekê albûmeka xwe çêbikim. Nîyeta min nîne bibim “starek” lê min divê performanseka min a welê hebe ku xwediyên gotinan li ber xwe bikevin.
(TP/MB)