Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Selahattîn Demîrtaş parlamenterê Stenbolê û namzetê serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi rêya parêzerên xwe îro serî li 19emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dan û daxwaza tehliyeya wî kirin.
Demîrtaş ji 4ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê û vir ve li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê girtin. Parêzerên Demîrtaşî bi hinceta ku “girtina wî binpêkirina mafê hilbijartina serbest e” û gumana reva wî nîne, daxwaza tehliyeyê kirin.
“Divê di xebatên propagandayê de wekhevî hebe”
Di daxwaznameyê de parêzeran balkişandiye ser Destûra Bingehîn û Qanûna Derbarê Berbijêran û ya Hilbijartinê ya hejmar 298ê û diyar kirine ku li gorî van qanûnan divê Demîrtaş karibe bi rengekî wekhev û di nava serbestiyê de propagandaya xwe bike û dengê xwe bigihîne berbijêran.
Dîsa parêzeran behsa wî tiştî kirine ku Demîrtaş sal û 6 meh in girtî ye, delîl hatine komkirin û ti delînên din nîne ku bandorê li ser dozê bikin û gumana reva wî nîne û daxwaza tehliyeya Demîrtaşî kirine. (AS/FD)