Strana bi Kurdî ya hilbijartinê ya HDPyê hat belavkirin
HDPyê strana xwe ya bi Kurdî ya hilbijartinê bi mesaja “HDP li hemberî fişarê, zilm û zordariyê! #TuDikarî” parvekir ku navê stranê “Tu Dikarî” ye.
![Strana bi Kurdî ya hilbijartinê ya HDPyê hat belavkirin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/197/056/original/hdp.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) strana bi Kurdî ya ji bo hibijartina serokomariyê û ya parlamenteriyê amade kiriye, belav kir.
Stran bi mesaja “HDP li hemberî fişarê, zilm û zordariyê! #TuDikarî” li ser hesabê fermî yê Twitterê yê HDPyê hatiye parvekirin ku navê stranê “Tu Dikarî” ye.
Navê strana bi Tirkî ya HDPyê jî “Senle Değişir” e.
HDPyê 4ê Gulanê li Amed û Stenbolê bi di civînên hemwext de aşkere kiribu ku Selahattîn Demîrtaş parlamenterê Stenbolê yê li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî, namzetê wan ê serokomariyê ye. (AS/FD)