Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
HDPyê kampanyaya xwe ya hilbijartinê li ser medyaya civakî, bi parvekirinên fotograf û vîdeoyên Selahattîn Demîrtaşî da destpêkirin.
Di afîşan de bi Kurdî “Tu dikarî” û bi Tirkî “Senle değişir her şey” hatiye nivîsandin.
Li ser medyaya civakî bi hashtaga #TuDikarî afîş tên parvekirin ku li ser afîşan wêneyê namzetê HDPyê Demîrtaşî heye.
Axavtina Demîrtaşî ya di dema hilbijartinen 2014ê de bi gotina “Dengê xwe bidin yê herî xweşik” tê parvekirin.
HDP wî îro li Stenbol û Amedê di heman demê de namzetê xwe yê hilbijartinê aşkere bike. Hevseroka HDPyê Pervîn Bûldan wê li Amedê û Hevserokê HDpyê Sezaî Temellî jî wê li Stenbolê beşdarî civînê bibe.
Di heman civînê de wê her weha mesaja Demîrtaşî bê xwendin ku ji Girtîgeha Edîrneyê şandiye.
(AS/FD)