Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ew kesên ku dixwazin bibin namzetên SerokkomariyaTirkiyeyê divê sed hezar îmzeyan kom bikin. Pêvajoya komkirina îmzeyan dê sibeyê dest pê bike.
Ew kesên ku dê bibin namzet; serokê Partiya Vatanê(Partiya Welatî), Dogu Perînçek; seroka ÎYÎ Partîyê(Partiya Baş), Meral Akşener; Serokê Partiya Saadetê, Temel Karamollaoglû; serokê Partiya Edaletê, Vecdet Oz serî li YSKyê(Lijneya Bilind a Hilbijartinê) daye.
Navê wan kesên 100 hezar deng kom kirîn dê di lîsteya demkî de cih bigire. Hilbijêr dê bi tenê carekê ji bo kesekê/î bikarin teklîfê bidin.
Hilbijêr bi xwe dê formekê temam bike û bi rêyên elektronîk bar bike.
Di 13ê Gulanê de dê bê îlankirin
Hilbijêrên li welatên dî dijîn dê li Enqereyê teklîfa xwe bidin. Partiyên sîyasî divê heta 5ê Gulanê namzetê/a xwe diyar bikin. Lîsteya namzetan dê di 10ê Gulanê de li Rojnameya Fermî bê weşandin. Di 10 û 11ê Gulanê de rêya îtiraza ji bo lîsteyê dê vekirî be. 12ê Gulanê YSK dê biryarê bide ka kî dê bibin namzet. Di 13ê Gulanê de YSK dê lîsteyê îlan bike. Di 14ê Gulanê de cihê navan yên li ser kaxeza dengdanê dê bi kurayê bê diyarkirin.(HK/MB)