Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Tê gotin ku wê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina Serokomariyê de Hevserokê Giştî yê berê Selahattîn Demîrtaşê girtî bike namzet. Ji bo ku Demîrtaş weke namzet bê nîşandan, li ser medyaya civakî beriya niha hashtagên weke #Demirtaş û #NamzetêMeDemîrtaşe hatibû vekirin. Niha jî tê gotin ku #SerokomarêMinTehliyeBike.
Hin mesajên ku di nava 24 saetan de di bin vê hashtagê de hatine nivîsandin ev in:
* Namzetê Serokomariyê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş! Em ê te bi dengên xwe ji girtîgehê derxin.
* Demîrtaş hêviya civaka Tirkiyeyê ye, nabe ku hêviyê kelepçe bikin.
* #Demîrtaşê ku girtîgeh veguhestiye hunergeh û hêvîgehê, bi namzetiya xwe ya serokomariyê jî welat zîvirandiye mala bexteweriyê.
* Li gorî nêrîna min paraznameya Demîrtaşî ji paraznameya Sokratesî bibandortir û binirxtir e. Medyaya alîgir beşên ku dixwest jê derxistiye û yê din par ve kiriye.
* Û dema vejînê ye…Em ê bi ser kevin, teqez em ê bi serkevin!
Di peyamekê de hatiye gotin ku “Hevalbendî li hemberî kê hatiye çêkirin, navê vê dijberiya Recep Tayyîp Erdoganî ye yan dijberiya Selahattîn Demîrtaşî ye?” û wêneyên serokên partiya hatine parvekirin ku ji bilî Demîrtaşî hemû serokan bi destên xwe nîşana gurê boz çêkiriye. (ŞA/FD)