Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Civata Giştî ya Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) di bin serokatiya Serokê Parlamentoyê Îsmaîl Kahramanî de kom bû. di Civatê de gotûbêj li ser pêşniyaznameya hilbijartinê ya AKP û MHPyê çêbûn ku tê xwestin hilbijartina serokomariyê û ya parlamenteriyê di 24ê Hezîranê ya sala 2018ê de çêbibe. Pêşnûme saet di 17.00ê de hat qebûlkirin.
386 parlamenteran dengên erê dan.
Beriya ku dengdan dest pê bike Fîlîz Kerestecîoglû Wekîla Serokê Komê yê HDPyê diyar kir ku ew ê beşdarî dengdayinê nebin û parlamenterên HDPyê ji civatê derketin. Engîn Altay Wekîlê Serokê Komê yê CHPyê aşkere kir ku ew ê dengê erênî bi kar bînin. (HK/FD)