Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokwezîrê Binalî Yildirim diyar kir ku ji bo hilbijartina pêşwext hin qanûn dê bêne guhertin. Ji bo wê yekê ew ê teklîfa guhertina 8-10 qanûnan bide.
“Em ê rêziknameya ji bo berbijêr bi 100 hezar îmzeyan bikarin xwe bikin berbijêr teklîf bikin. Ne şert e ku noter pesend bike.”
Çi bûbû?
Piştî ku Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewî (MHP) Devlet Bahçeliyî daxwaza hilbijartina pêşwext kir, Serokomarê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî li Koşka Serokatiyê kom bûn.
Piştî vê hevdîtinê Serokomar Erdogan, bi beşdariya Serokwezîr Bînalî Yildirim û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî yên AKPyê civiyan. Erdogan piştî vê civînê derket pêşberî çapemeniyê û daxuyaniyek da û wiha got:
“Me îro bi Birêz Bahçelî Serokê Giştî yê MHPyê re civîneke gelekî erênî û baş çêkir. Weke hûn dizanin em û Birêz Bahçelî gelek caran hatine ba hev û li ser pêşketinên li derve û li hundir ên derbarê welatê me de me gotûbêj dikir. Di kombûna me de me hevdîtineke gelekî berfireh pêk anî. Me fersenda nirxandina pêşniyara wî ya derbarê hilbijartina pêşwext de dît ku duh di dema civîna koma partiya xwe de behs kiribû.
“Di encama gotûbêjên ku me bi Birêz Bahçeliyî re kirine, me biryar girtiye ku hilbijartin 24ê Hezîranê ya 2018ê de çêbibe.
“Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bêguman wê amadekariyên xwe bike.”
PT/MB)