Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Piştî ku Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewî (MHP) Devlet Bahçeliyî duh daxwaza hilbijartina pêşwext kir, îro di saetên nîvro de Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî li Koşka Serokatiyê kom bûn.
Piştî vê hevdîtinê Serokomar Erdogan, bi beşdariya Serokwezîr Bînalî Yildirim û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî yên AKPyê civiyan. Erdogan piştî vê civînê derket pêşberî çapemeniyê û daxuyaniyek da û wiha got:
“Me îro bi Birêz Bahçelî Serokê Giştî yê MHPyê re civîneke gelekî erênî û baş çêkir. Weke hûn dizanin em û Birêz Bahçelî gelek caran hatine ba hev û li ser pêşketinên li derve û li hundir ên derbarê welatê me de me gotûbêj dikir. Di kombûna me de me hevdîtineke gelekî berfireh pêk anî. Me fersenda nirxandina pêşniyara wî ya derbarê hilbijartina pêşwext de dît ku duh di dema civîna koma partiya xwe de behs kiribû.
“Hevalên hêja, hewldana derbeya 15ê Tîrmehê weke li gelek qadan di siyasetê de jî destpêka demeke nû ye. Ew mêrxasiya ku gelê me nîşan daye qet wê neyê ji bîr kirin.
“Herweha pêvajoya ku referandûma 16ê Nîsanê pêk anî jî di heman çarçoveyê de ye. Weke Serokomar ew sîstema ku him partiya min him jî min anîbû ziman, bi bangewaziya Bahçeliyî me da dest pê kirin.
“Di demeke wisa de divê em demildest mijara hilbijartinê ji rojeva welatê xwe derxin ku pêşketinên li Sûriyeyê bilez dibin, ji hevsenda makroekonomîk heta veberhênaniyên mezin divê em biryarên gelekî mezin bidin. Di encama gotûbêjên ku me bi Birêz Bahçeliyî re kirine, me biryar girtiye ku hilbijartin 24ê Hezîranê ya 2018ê de çêbibe.
“Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bêguman wê amadekariyên xwe bike.” (PT/FD)