Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Lijneya Ewlehiyê ya Netewî (MGK) di bin serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî de duh kom bû. Civîn li Koşka Serokomariyê saet 15.40 deqîqeyan de dest pê kir û saet û 45 deqîqeyan berdewam kir.
Piştî civînê belavokek hat belavkirin û tê de hat gotin ku bila Rewşa Awarte berdewam bike.
Li gorî nûçeya ku di rojnameya Hurriyetê de hatiye belavkirin derbarê mijarê de wiha hatiye gotin: “Di çarçoveya têkoşîna li hemberî hemû rêxistinên terorê de ku di serî de ya li hemberî rêxistinên terorê yên proje FETO/PDY, PKK/YPG-PYD û DAIŞ tê, rewşa awarte ya li hemû welatî tê meşandin hatiye nirxandin û ji bo berdewamiya demokrasiya me, prensîba dewleta hiqûqê û azadî û mafên welatiyên me, pêşniyara berdewamiyê ya Rewşa Awarteyê li hikûmetê bikin”.
Îro wê li parlamentoyê bê gotûbêjkirin
Çav li rê ye ku piştî biryara dirêjkirina Rewşa Awarteyê ji hêla Lijneya Wezîran ve bê erêkirin, îro (18ê Nîsanê) li Parlamentoyê were gotûbêjkirin.
Rewşa Awarte 20ê Tîrmehê, piştî hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmehê hatibû ragihandin û heta niha 6 caran hadibû dirêjkirin. 19ê Nîsanê wê Rewşa Awarte biqede û heke li Parlamentoyê bê qebûlkirin wê bibe cara heftemîn ku tê dirêjkirin. (BK/FD)