Piştî ku Devlet Bahçelî Serokê Partiya Tevgera Neteweperwer (MHP) daxwaz kir ku hilbijartina pêşwext 26ê Tebaxê çêbibe û Hikûmeta AKPYê got ku ew ê vê pêşniyarê binirxînin Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglû û Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê mijarê de daxuyanî da.
Bixwîne - Bahçelî: Bila hilbijartina pêşwext çêbibe, Hikûmet: Em ê binirxînin
Kemal Kiliçdaroglû Serokê Giştî yê CHPyê di dema civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoyê axivî û got ku “Ka em li bendeyî aktorê esasî bin” û wiha berdewam kir:
“Heke ku dibêjin hilbijartina pêşwext, xwedê bike wê were. Û em ê wan bişînin. Berdevkê wan axivî, got ku ‘em hilbijartinê çêbikin’. Got ku ‘pêwistî bi rêveberên baş heye ku vî welatî birêve bibin, êdî em nikarin birêve bibin’. Çima nikarin birêve bibin?”.
Pervîn Bûldan: Bahçeliyî ne bi serê xwe gotiye
Hevseroka Giştî ya HDPyê Pervîn Bûldanê di dema civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoyê derbarê daxuyaniyên Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê MHPyê yên derbarê hilbijartina pêşwext de wiha axivî:
“Bahçelîyî ew gotin ne bi serê xwe gotiye. Ew bi serê xwe biryareka bi vî rengî nade.
“Erdoganî gotibû hilbijartin dê di dema xwe de bê kirin naxwaze li ya kirî ba bikeve.” (PT/ŞA/FD/MB)