Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Partiya Gel a Komarî (CHP) di salvegera referandûma 16ê Nîsanê de bi slogana “Ne Rewşa Awarte em demokrasiyê dixwazin” li 81 bajaran çalakiya rûniştinê li dar xist ku çalakî saetekê berdewam kir.
CHPyiyan li Stenbolê jî xwest ku li Qada Taksîmê rûnên lê polîsan rê neda wan.
Çalakî wê saet 12.00ê de dest pê bikira û polîsan ji bo wê Qada Taksîmê bi bariyeran dorpêç kir û Qarka Geziyê girt.
Herweha polîsan li kuçeyên bi ser Kolana Îstiklalê jî nobet girtin û li ber Konsolxaneya Fransayê rê girtin, destûr nedan ku ti kes biçe Qada Taksîmê.
CHPyî li ber metroya Taksîm li hev kom bûn û li vir rastî astengiya polîsan hatin ku polîsan ji wan re got; “Hûn nikarin çalakiyê li vir çêbikin. Biçin ber Konsolxaneya Fransayê”. Li ser vê rewşê çalakvan ber bi Konsolxaneya Fransayê ve meşiyan.
Kaftancioglû: Rewşa Awarte veguhest rejîmeke otorîter
Di dema meş û çalakiyê de sloganên weke “Heq, hiqûq û edalet”, “Em ê bi berxwedanê bi ser keevin”, “Li hemberî faşîzmê mil bi mil” û “AKP dê hesab bide gel” hatin berzkirin.
Hemû rêxistinên navçeyên Stenbolê ên CHPyê beşdarî çalakiyê bûn û di dema çalakiya ku saetekê berdewam kir de Canan Kaftancioglû Seroka CHPyê ya rêxistina Stenbolê axivî.
Kaftancioglûyê got ku Rewşa Awarte ya 21 mehin berdewam dike bûye navgîna fişarê ya mafên mirovan, azadiya xweîfadekirinê û hemû çalakiyên protestoyê.
“Rewşa Awarte ya ku desthilatdariya AKPyê li hemberî muxalifan weke şivekê bikar tîne, her roja ku derbas bû vî sînorê faşîzan jî derbas kiriye, bêyî ku çep û rast, muhafezekar, sosyal demokrat û kesên din cida bike veguhestiye rejîmeke otorîtek a ku fişar li ser hemû civakê çêkiriye.
Li gel CHPyê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK) û hin rêxistinên din ên sivîl jî piştîrî dane çalakiyê. (TP/FD)