Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
DYAyê biryar girtiye ku 60 dîplomatên Rûsî dersînor bikin û Konsolxaneya li Seattle bigire.
Donald Tusk Serokê Konseya Ewropayê diyar kir ku 14 welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) wê dîplomatên Rûsî dersînor bikin.
Li hemberî vê biryarê Rûsyayê jî aşkere kir ku ew ê herî kêm 60 dîplomatên Amerîkî dersînor bikin.
“Ev êrîş êrîşa li ser serdestiya Îngiltereyê ye”
Sergey Skripal sîxurê berê yê him ji bo Rûsyayê him ji bo Îngiltereyê kar dikir û keça wî Yûlya 4ê Adarê li herêma Salisburryyê yê li Londonê, li ser bankekê bêhiş hatibûn dîtin. Îngiltereyê aşkere kiribû ku Skripal û keça wî bi gaza Noviçok a Rûsî ve hatine jehrîkirin.
Donald Trûmp Serokê DYAyê, Theresa May Serokwezîra Îngiltereyê, Angela Merkel Serokwezîra Almanyayê û Emmanûel Macron Serokomarê Fransayê daxuyaniyek hevbeş belav kiribûn û gotibûn ku, “Li Ewropayê ji 2yem Şerê Cîhanê û vir ve cara pêşiyê ye ku gaz hatiye bi kar anîn. Ev, êrîşa li ser serdestiya Îngiltereyê ye. Ji bilî berpirsiyariya Rûsyayê ya ji êrîşê ti tiştekî din ê bi mantiq nîne.” (TP/FD)