Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Lêpirsîna ji bo 23 kesan hat temamkirin. Di nav wan kesan de du rojnameger û du pêrêzerên girtî jî hene, parêzerek jî li derveyî girtîgehê tê dadkirin.
Rojnamegerên İsminaz Temel û Havva Cuştan û parêzerên Özlem Gümüştaş û Sezin Uçar di girtîgehê de ne. bi giştî bi heman lêpirsînnameyê 23 kes hatine dadkirin, 13 ji wan di girtîgehan de ne.
Bixwîne - Rojnameger û parêzer jî di nav de 12 sosyalîst hatin girtin
Girtî bi “endambûna rêxistina terorî ya MLKPyê” û “propagandaya ji bo terorê” têne dadkirin.
Yek ji delîlên girtina rojnamegeran jî ew e ku dema rojnameger hatîn desteserkirin wan li medyaya civakî diyar kirine ku ew hatine desteserkirin.
Çi bûbû?
15 kesên ku 19ê Çiriya Pêşiyê hatibûn desteserkirin, 25ê Çiriya Pêşiyê derketin pêşberî dozgeriyê.
Piştî îfadeyên li dozgeriyê, Özgen Sadet, Onur Binbir, Hünkar Yurtseven, İlhan Aslan ve İsmail Geçkin şandin 5emîn Dadweriya Ceza ya Sulhê ya Stenbolê. İsminaz Temel, Havva Cuştan, Özlem Gümüştaş, Sezin Uçar, Erkan Kakça, Meral Tatar ve Mazlum Demirtaş jî şandin1emîn Dadweriya Ceza ya Sulhê ya Stenbolê û hemû kes hatin girtin.
2 kes bi şertê kontrola edlî serbest bûn
Nihat Göktaş ku salên 1996 û 2000î de ketibû rojiya mirinê û “Wernicke Korsakoff Sendromû” pê re heye, Mehmet Aslan û Ali Düzkün Endamê Partiya Avakirina Jinû ve ya Sosyalîst (SYKP) bi şertê kontrola edlî serbest bûn.
Bixwîne - Derbarê 7 rojnamegeran de îdianame hat amadekirin
Li gorî nûçeya ETHAyê rojnameger Temel bi “endamtiya rêxistinê” û “propagandeya rêxistinê” hat sûcdakririn û nûçe û fotografên wê weke delîl nîşan dan.
Havva Cuştan a ku ji 2016yê û vir ve li ETHAyê kar dike ji ber şopandina nûçeyan û beşdariya merasîma cenazeyan û parvekirinên medyaya civakî hat sûcdarkirin. Ji ber beşdarî merasîma cenazeyê wan kesan Cuştan bi “endamtiya rêxistinê” hat sûcdarkirin ku li Rojava di dema şerê li hemberî DAIŞê de mirine.
Parêzer Sezin Uçar û Özlem Gümüştaş jî ji ber karên wan muwekîlên xwe şopandine bi “endamtiya rêxistinê” û “propagandeya rêxistinê” hatin sûcdarkirin ku li Rojava mirine.(AS/MB)