Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Elî El Zatarî Koordînatorê Alîkariya Mirovî yê NYyê li Sûriyeyê aşkere kir ku di encama êrîşên li ser Efrîn û Xutayê de, bi sedan sivîl mirine, bi deh hezaran kes jî neçar mane ji malên xwe derkevin.
NYyê di daxuyaniya xwe ya duh de got, di encama tevgera leşkerî ya Tirkiyeyê li ser Efrînê de nêzîkî 100 hezar kes neçar mane ji bajêr derkevin û 75 hezar kes çûne Til Rifatê, yên din jî berê xwe dane Nûbûl û Zehrayê û gundên derdorê van bavaran.
Di daxuyaniya NYyê de hatiye diyarkirin ku 16 dibistanên li Til Rifatê ji bo sivîlên ji Efrînê hatine dabîn kirine, ji ber vê rewşê perwerde ya li van dibistanan sekiniye.
NYyê aşkere kiriye ku ji 11yê Adarê û vir ve ji Rojhilatê Xûtayê nêzîkî 25 hezar sivîl koçber bûne û piştî vê pêla koçberiyê pirsgirêka kelûpêlan û ciyên manê derketiye.
El Zatarî bang li endamên NYyê kir ku piştgiriya dabînkirina kelûpelên mirovî bikin. (ŞA/FD)