Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî ku Artêşa Çekdar a Tirkan (TSK) û Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) ketin navenda bajarê Efrînê, Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Efrînê li Şehbayê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Li ser navê Rêveberiyê Hevserokê Meclîsa Rêveber Osman Şêx Îsa axivî û got; “Ji bo pêşî li karesateke mirovî ya mezin bigirin wan biryar girtiye ku sivîlan ji bajêr derxin”.
Osman Şêx Îsayî destnîşan kir ku “Êrîşên li ser Efrînê bi hevalbendiya Rûsya û bêdengiya hêzên herêmî di 20ê Kanûna Paşiyê dest pê kir. Rûsya meclê ji êrîşên hawayî re vekir da ku Tirkiyê bi rengekî dijminahî bi hemû çekên xwe gelê me qir bike û careke din gel fedayî berjewendiyên xwe kiriye. Ev êrîş bi bêdengiyekê hêzên navdewletî, Koalîsyonê, Yekîtiya Ewrupa û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî pêk hat”.
“Ti qiymet ji ragihandina serkeftinê re nîne”
Osman Şêx Îsayî diyar kir ku “berxwedana wan bi taktîkeke nû ketiye qonaxeke nû” û wiha berdewam kir: “Hêzên me li her deverê Efrînê ne, dê derbeyan li bargehên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê bidin. Di çavê raya giştî ya Tirkiyeyê û navnetewî de ti qiymetê ragihandina serkeftinê ya Erdogan û hevkarên wî nîne, hêzên me wê her deverê li wan bikin kabûs. Berxwedana Efrînê ta rizgarkirina her bostek û vegera niştecihên Efrînê li cih û warên wan berdewam e”.
Osman Şêx Îsayî di berdewamiya axavtina xwe de bang li raya giştî ya Kurdan û ya Sûriyeyê kir û wiha axivî: “Em bang li her kesî dikin ku piştgiya xwe ya ji bo gelê me ya li hemberî polîtîkeyên qirkirinê dewam bikin û fişarê li civakê bikin da ku gel di bin misogerkirineke navnetewî vegere warê xwe, her wiha ji bo derxistina dagirkeriya Tirkiyeyê ji Efrînê bixebite”.
“Bila NY dest ji durûtiyê berde”
Hevserokê Meclîsa Rêveber gotina xwe wiha bi dawî kir: “Em bang li Konseya Ewlehiyê ya NYyê dikin ku bila bêdeng nemînin û zextê li Tirkiyeyê bikin da ku şerê qirkirina fîzîkî, çandî û siyasî derheqê civaka me de rawestîne. Pêwîste Konseya Ewlehiyê dest ji dûrîtiya xwe berde û derbarê rijandina xwîna sivîlên li Efrîn û Xûtayê biryarên pêwîst bidin.” (PT/FD)