Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Heather Nauert Berdevka Karên Derve ya DYAyê duh di civîna çapemeniyê de li ser pirsa rojnamegeran a ku digotin, “Wezîrê Karên Derve Çavûşoglûyî roja borî gotiye wan û DYAyê li ser wî tiştî li hev kirine ku Minbic ji YPGyê bê paqijkirin” wiha bersivan:
“Nêzîkatiya me bi temamî ne wiha ye. Em û hikûmeta Tirkiyeyê gelek caran diaxivin. Em ji bo ku bi Tirkiyeyê re li hev bikin hîna kar dikin.”
Li gorî nûçeya Dengê Amerîkayê, Nauertê bersiva pirsên rojnamegeran daye û diyar kiriye ku wan û rêveberiya Enqereyê hefteya borî saet û nîvê axivî ne û di van hevdîtinan de li lihevkirinekê geriyane.
Çavuşoglûyî roja sêşemê diyar kiribû ku “Piştî YPG paş de vekişe ewlehiya wir wê têkeve destê leşkerên Tirkiyê û DYAyê. Her du welat wê çavdêriyê ji vekişîna YPGyê re bikin.”
“Biryara agirbestê ji bo Efrînê jî derbas dibe”
Nauertê diyar kir ku DYA ne li Efrînê ye “Lê ev rewş balê ji ser têkoşîna bi DAIŞê re dibe.”
Berdevkê ew nêrîn dubare kir ku agirbesta li Sûriyeyê ya ji hêla NYyê hatiye ragihandin ji bo Efrînê ye jî. (PT/FD)