Ji bo nûçeya Tirkî (1) (2) bitikîne
Serokê DYAyê Donald Trumpî li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kir ku wî Wezîrê Karên Derve Rex Tillersonî ji wezife avêtiye. Tillerson bi hinceta nexweşiyê bernameyên xwe yên serdana ji derveyî DYAyê nekiribî.
Biryara xwe li ser Twitterê aşkere kir
Serokê DYAyê biryara xwe li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kir. Trumpî di heman peyamê de diyar kir ku wî li şûna Tillersonî, Serokê CIAyê Mike Pompeoyî ji bo Wezareta Karên Derveyê wezîfedar kiriye. Trumpî got: “Mike Pompeo Serokê CIAyê wê bibe Wezîrê me yê nû yê Karên Derve. Wê karekî gelekî baş bike! Ji bo xizmetên wî ez spasiya Rex Tillersonî dikim. Gina Haspel wê bibe seroka yekem a nû a CIAyê. Serkeftin ji bo heman kesan!”.
Mike Pompeo, Director of the CIA, will become our new Secretary of State. He will do a fantastic job! Thank you to Rex Tillerson for his service! Gina Haspel will become the new Director of the CIA, and the first woman so chosen. Congratulations to all!
— Donald J. Trump (@realDonaldTrump) 13 Mart 2018
Dî dîroka CIAyê de Gina Haspel bû yekem seroka jin
Serokê DYAyê Donald Trumpî di biryara ji kar avêtinê ya derbarê Tillersonî de diyar kiribû ku wî Gina Haspel weke Seroka nû a CIAyê diyar kiriye.
Navê wê Gina Cheri Haspel e. 62 salî ye. Haspelê sala 2002yê li Taylandê girtîgehek ava kiribû ku weke girtîgeha herî zexm a cîhanê hatibû binavkirin. Li wê girtîgehê endamên El Qaideyê yên tên naskirî Abd al Rahîm al Nashîrî û Ebû Zubaydah li vê girtîgehê hatibû girtin.
Haspel bi rêbazên xwe yên îşkenceyê bi nav û deng bûye ku di yek ji wan de kesê/a desteserkirî li ser piştê li erdê tê rastkirin û ruyê wî/ê bi paçekî şil tê girtin. Bi vî awayî tê xwestin ku hesta fetisînê bi kesê/a desteserkirî re çêbibe.
Haspelê di salên derbasbûyî de ji ber “di têkoşîna li hemberî terorê de serkeftî bûye” Xelata George H. W. Bushî standiye.
2yê Sibatê ya 2017yê ji hêla Donald Trumpî ve weke alîkara Serokê CIAyê hat wezifedarkirin. Komîteya Istixbaratê ya Senatoya DYAyê rexne li vê biryarê girt. Ji bo wezîfedarkirina alîkariya serokê CIAyê erêkirina Senatoyê hewce nake. Serok dikare rasterast erkdar bike. (PT/FD)