Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Operasyona li ser Efrînê di 52yemîn roja xwe de ye ku 20ê Kanûna Paşiyê ji hêla Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) û Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) bi hev re dest bi operasyonê kiribû. Li gorî daxuyaniya çavkaniyên fermî yên Tirkiyeyê TSK û ASA 3-4 kîlometro nêzîkî li navenda bajêr kirine.
Çavkaniyên li herêmê ragihandin ku ji ber zêdebûna bombebaranê sivîlên li derdora Efrînê tev li kelûpelên xwe ber bi navenda bajêr ve diçin.
Li gorî ragihandina Ezidî Pressê, gundê Qîbar ê Êzidiyan ketiye destê TSK û ASAyê ku gund li bakurê rojavayê Efrînê dikeve. Di nûçeyê de hatiye gotin ku “Gundê Êzidiyan ê ku bi salane cîhadîst dixwazin tune bikin, niha careke din ji hêla cîhadiyan ve (qesta ASAyê dikin) bi alîkariya endamekî NATOyê ve hatiye bidest xistin”.
Heyva Sor a Kurdan: Milyonek sivîl li Efrînê dimînin
Duh Heyva Sor a Kurdan a ku li herêmê kar dike vîdeoyek belav kir û bang li Neteweyên Yekgirtî kir ku agirbestê bi cî bînin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku milyonek sivîl li Efrînê dijîn û zarok di serî de jiyana wan di bin xetereyê de ye. Heyva Sor a Kurdan herweha destnîşan kiriye ku navendên 2 operatorên telefonan hatine bombebarankirin û ji ber wê jî telefon wût bûne û av jî ji roja yekşemê ve qut bûye.
Kesên ku li Minbicê kom dibin berê xwe didin Efrînê
Ajansa Mezopotamyayê aşkere kir ku ji gelek herêmên Bakurê Sûriyeyê li Minbicê gihiştine ser hev û ji vir ber bi Efrînê ve derketine rê.
SOHR: Hejmara miriyên sivîl 204in
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji ber operasyona li ser Efrînê 204 sivîl mirîne. (PT/FD)