Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Rapora salê ya ku ji hêla Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî duh di saetên êvarê de bi civîneke çapemeniyê li Cenêvê hat aşkerekirin.
Daxuyanî ji hêla Zeyd Raad El Huseyîn Komîserê Mafên Mirovan ê NYyê ve hat aşkerekirin. El Huseyîn got ku “Pevçûna li Sûriyeyê ketiye qonaxeke nû a bidehşet” û ji bo operasyona li ser Efrînê ya ku Tirkiyeyê daye destpêkirin diyar kir ku “xetereyê li ser jiyana gelê sivîl çêdike”.
Di raporê de behsa rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê jî hatiye kirin:
“Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NYyê gihiştiye wan zanyariyên bi ewle ku gelek kes kêfî ji kar tên avêtin, rêxistinên civaka sivîl kêfî tên girtin, kesên kêfî tên desteserkirin bi tohmetên giştî yên dibêjin peywendiya wan bi rêxistinên terorê re hene tên girtin, di dema desteserkirinê de îşkence li wan tê kirin, azadiya xweîfadekirinê û azadiya gerê tê astengkirin, kêfî dest danîne mal û milkên taybet û malbatên wan kesên ku gumana sûcî li ser wan heye tên hedefgirtin.”
Hat diyarkirin ku di demeke nêz de wê derbarê rewşa mafên mirovan a di nava Rewşa Awarteyê ya li Tirkiyeyê de raporek bê aşkerekirin.
Zeyd Raad El Huseyîn di daxuyaniyê de rewşa li Sûriyeyê bi gotina “qiyametê” nirxand.
KENYyê di civîna bilez de banga agirbestê dubare kir
Duh herweha li ser banga Îngîltere û Fransayê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî (KENY) ji bo rewşa li Sûriyeyê binirxîne civiya. Piştî civîna sê saetan KENYyê daxwaz kir ku agirbesta li Rojhilatê Xûtayê bila pêk were. (PT/FD)